Ji 12 xalên cezayên CAATSA çend xalên herî sereke

Li gorî madeya 235. a CAATSA ya Amerîka “ji bo kes û rêxistinên” ceza li wan tên birîn, di 12 xalan de ev ceza hatine rêzkirin.

Bi derketina biryara cezakirina DYA ya Tirkiyê re wê herî kêm ji van 12 cezayan 5 li ser Enqerê werin ferzkirin.

Ji van 12 xalan çend ji wan wihane:

Distura îxracata mal û teknolojiyê nayê dayîn.

Di asta navnetewî di kredî ji rêxistinên malî nayê dayîn.

Êdî ev kes yan sazî wê nekarin bi Banqa Giştî ya DYA re bazirganiyê bikin.

Wê ne kare bi pereyên biyanî bazirganiyê bike.

Ev kes yan sazî wê nekarin pereyan ji saziyan bigrin yan jî qerd bikin.

Ev kesên ceza li wan hatîn birîn wê nekarin bikevin xaka DYA.

Sazî yan jî kesên ku ceza li ser wan tê birîn, heman ceza dibe ku li kesên asta wan jor yên van xebatan dikin jî were sepandin.

Back to top button