NY daxwaz ji aliyên şer dike ku ji bo rewşa aborî gavên şênber bi avêjin

Nûnera NY a ji bo Lîbyayê daxwaz kir ku di danûstandinan de alî têkildarî reformên aboriyê li ser ‘armancên şênber’ li hev bikin.

Ji bo civîna li Cenevreyê ku doh dest pê kir û îro wê bidawî bibe, bankaya Cîhanê jî amade bû.

Misir, DYA û YE weke hevserokên koma karê aborî ya civaka navneteweyî ya li ser Lîbyayê civînê bi rê ve dibin.

Nûnerên du baskên Bankaya Navendî ya Lîbyayê ku bûye du parçe û nûnerên Wezareta Maliyeyê û Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Lîbyayê di civînê de amade ne.

Nûnera NY a ji bo Lîbya Stephanîe Wîllîams got,

Ew hêvî dike ku di aliyê aborî de armancên şênber û tedbîran li ser planekê li hev bê kirin.

Wîllîams di daxuyaniya nivîskiya weşandî de ev tişt anî ziman:

“Dem ne li aliyê me ye.

Divê em zû û bi biryar tevbigerin û di nava du rojên bê de bawerim ku wê gavên gelekî girîng bên avêtin.”

Lîbya ji 2001’an piştî ku Mûammer Qaddafî bi destwerdana NATO’yê hate têkbirin ve di nava aloziyê de ye.

Back to top button