HDP’Ê LI ÊLIHÊ NAMZETÊ HEVŞAREDARIYÊ NÎŞAN DA

Ji bo hilbijartina Herêmî ya li tirkiye û bakurê Kurdistanê nêzî mehemkê maye.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî lez daye xebatên xwe yên hilbijartinê.

Li aliyekî namzetên hevşaredariyan tên diyarkirin û li aliyê din serdana dikandaran tê kirin.

Her wiha HDP’ê bernameya mitînga xwe ya hilbijartinê diyar kir.

HDP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re lez daye xebatên xwe.

Ev xebat ji serdana dikan daran, vekirina buroyên hilbijartinê û diyarkirina nemzetan û hwd diyar dibe.

Rêxistina HDP’ê li Êlihê piştî namzetiya Sabrî Ozdemir red kir, li şûna wî Dr. Mehmet Demîr namzetê hevşaredaiyê nişan dan.

HEVSEROKÊN GIŞTÎ YÊN HDP’Ê DI 1’Ê ADARÊ DE DEST BI MÊTÎNGAN DIKIN

Bernameya mitîngên HDP’ê yên hilbijartina herêmî diyar bû.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî wê ji du baskan ve di çarçoveya bernameyê de li 25 navendan mitîng û li 39 cihan jî hevdîtinên gel û li Amed, Stenbol û Wanê jî pîrozbahiyên Newrozê li dar bixin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hilbijartina xwecihî ya 31ê Adarê de bernameya mitîngên dê ji destpêka meha Adarê ve li bajaran û navçeyan li dar bixe diyar kir.

HDP li 25 navendan ango bajaran mitîng û li 39 navçeyan jî dê hevdîtinên gel û li Amed, Stenbol û Wanê jî pîrozbahiyên Newrozê pêk bîne.

TEMELLÎ: EM BI QEYÛMAN RE DESTHILATDARIYÊ PAQIJ BIKIN

Di çarçoveya serdanên HDP’ê ji dikandaran re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li gel dikandarên Esenler a Stenbolê bû.

Temellî got:

“Divê em karker, kedkar û dikandar bên gelhev û xwe ji tifaqa Komarê ya li serê welat bûye bele xelas bikin.

Werin em di 31’ê Adarê de bi qeyûman re desthilatdariyê jî paqij bikin.”

POLÎSAN HEVSEROKÊ HDP’A NAZILLIYÊ BINÇAV KIRIN

Hikumeta faşîst a AKP/MHP’ê ku êdî têkçona xwe li ber çavan dibîne, zextên xwe yên li ser HDP’ê zêde kiriye.

Li Navçeya Nazilliyê ya Aydinê Polîsan bi ser avahiya Rêxistina Navçeya HDP’ê de girtin û hevserokê rêxistinê Sînan Bayrak binçav kirin.

Leave a Reply

Back to top button