Waşington çend peymanan bi Xertûmê re îmze dike

Piştî derxistna wê ji lîsteya terorê, Amerîka çend peymanên ewlehî û leşkerî, digel Sûdanê îmze dike.

Berpirsekî payebilind ji hikumeta Amerîkî eşkere kir ku şandeyek ji Wezaretên Derve û Parastinê yên Amerîkayê gihîştiye Sûdanê û ji bo îmzekirina çend peymanên ewlehî û leşkerî, danûstandinê bi hikumeta Sûdanê re dikin.

Li gorî heman berpirsî, di van peymanan de, biçekkirina artêşa Sûdanê û bernameyeke perwerdekirinê bo artêşê jî heye.

Her wiha di navbera her du welatan de, dê hevkariyeke xurt a îstixbaratî ji bo têkbirina terorê, nexasim li Qiloçê Afrîkî, pêk were.

Li gorî agahiyan, eger pêwîst bike, dibe ku Sûdan rê bide hêzên Amerîkî, li ser xaka wê bi hêsanî tev bigerin.

Lihevkirinên di navbera Sûdan û Amerîkayê de, piştî asakirina têkiliyên Sûdan û Israîlê, pêk tên.

Back to top button