Ehmed Qeremûs: Divê her du alî ji arandinên xwe vegerin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs bang li PDK kir ku vegere cihên xwe yên berê û daxuyaniyên Mesrûr Barzanî yên der barê PKK; Şengal û QSD’ê de şermezar kir. Qaramûs bang li Mesûd Barzanî jî kir ku bersivê bide bangên diyalogê û şerênavxweyî rawestîne.

13’ê Kanûnê li navçeya Amediyê hêzên PDK’ê êrîşê yekîniyek Gerîla kir û di encam de 2 jê rewşa wan giran e, 3 gerîla birîndar bûn.

Ev arandina PDK’ê rastî nerazîbûn û bertekên gelê Kurd hat.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs derbarê vê yekê ji ajansa nûçeyan ANF’ê re axivî banga lezgîn li aliyan kir.

Qeremûs dibêje:

“Bi navê Hevserokatiya KNK’ê ez banga lezgîn li aliyan dikim. Em vî şerê dawî weke arandinekê dibînin. Divê her du alî ji vê yekê bi paş de vegirin.”

Qeremûs: Divê PDK hêzên ku li qadên gerîla bi cih kirine derxîne

Ji bo şer careke din rû nede, Qeremûs dibîne ku divê her kes vegere cihên xwe yên berê û PDK hêzên ku li qadên Gerîla bi cih kirine, derxîne.

Qeremûs got:

“Em ji bo diyalogê bang dikin. Ji ber eger ev şer qewimî, wê li her devera Kurdistanê belav bibe.

Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne û şerekî gengaz wê bibe sedema têkçûna hemû destketiyên Kurdan.”

“Daxuyaniyên Mesrûr Barzanî cihê xemgîniyê ne”

Qeremûs nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li ser PKK, Şengal û Rojava jî da.

Qeremûs got:

“Ew vê helwestê teqez qebûl nakin, ji ber ev daxuyanî bingehê ji dagirkeran re ava dikin.

Daxuyanî û ferzên Mesrûr Barzanî, ku eşkere dijminatiya PKK’ê dikin, me diêşînin û cihê xemgîniyê ne.”

Qeremûs: Divê Mesûd Barzanî bersivê bide bangên diyalogê

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs bangeke taybet li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî jî kir, ku bi erka xwe rabe û şerê navxweyî rawestîne û teqez kir ku erka netewî ya Mesûd Barzanî jî, destpêkirina diyalogê ye.

Têkildarê serdanên KNK li Başûrê Kurdistanê jî, Qeremûs anî ziman ku ji bilî PDK’ê, hemû partî û rêxistinên civakî yên sivîl destek da diyalogan.

Qeremûs di dawiyê de bi navê KNK’ê bang li partiyên Kurdistanî kir ku di zûtirîn dem de ji bo çareseriyê bicivin.

Back to top button