Çalakiya grevê di roja 20’an de ye

Girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 20’an de ye.

Greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê de dest pê kir û niha bi koma çaran, di roja 20’an de berdewam e.

Sibe grev, wê dewrî koma pêncan were kirin.

Girtî û malbatên wan têkildarî greva birçîbûnê banga piştgiriyê kir.

Li Girtîgeha bafra ya Samsunê 2 girtî ketin grevê

Li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê, Kînyas Ataman û Mehmet Yildirim, li dijî tecrîda li Îmraliyê û zextên li ser girtiyan, ketin greva birçîbûnê.

Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê jî, di rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampusî ya Xarpêtê de, diyar kir ku li girtîgehê zext zêde bûne û xwarina tê dayîn nebaş e.

Back to top button