UNICEF: Zêdeyî 2 milyon zarokên Tîgrayê ji alîkariyan bêpar in

Rêxistina NY “UNICEF” da xuyakirin ku zêdeyî 2 milyon zarok li herêma Tîgray a Etyopyayê, ji ber dewambûna şer, ji alîkariyên mirovî pêbar in.

UNICEF’ê da zanîn ku, divê parastina zarokên Tîgrayê ku bi birçîbûnê re rû bi rû ne, di radeya sereke de be.

Tevî lihevkirina aliyên şer jî, derbasbûna rêxistinên mirovî bo pêşkêşkirina alîkariyan, hêj qedexekirî ye.

Etyopyayê berî niha kontrolkirina Tîgrayê ragihandibû û Eniya Rizgariya Gel dibêje hîna li gelek eniyan şer li dar e.

Back to top button