Konseya Ewlekariyê banga derxistina çeteyên biyanî dike

Konseya Ewlekariyê ya navnetewî, banga derxistina hemû çeteyên biyanî ji xaka Lîbyayê kir.

Konseya Ewlekariyê duh, civînek online, taybet bi rewşa Lîbyayê li dar xist.

Di civînê de, Nîkolay Miladînov ê Bulgarî, weke şanderê NY yê taybet bo Lîbyayê hat destnîşankirin.

Her wiha beşdaran teqezî li ser avakirina mekanîzmeyekê ji bo çavdêriya agirbestê kir.

Serkreterê giştî yê NY Antonio Guterres, derbarê vê mekanîzmeyê de, wê dawiya meha Kanûnê, pêşniyaran pêşkêşî Konseya Ewlekariyê bike.

Back to top button