KCK: PDK hewl dide dagirkeriya Tirkiyê rewa bike

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku PDK ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser tevgera wan û gelê wan rewa bike, li nava raya giştî ya Kurd û li derve jî propagandaya reşkirinê dike û hewl dide dagirkeriya Tirkiyê rewa bike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyeke bersiva tohmetên Serokwezîrê Hikumeta Başûr Mesrûr Barzanî da

Komîteya Têkiliyên Derve yên KCK’ê got:

“Çapemeniya PDK’ê û Serokwezîrê Hikumeta Başûr Mesrûr Barzanî, rojên dawî propagandaya dijber û xapandinê ya li hemberî tevgera me zêde kirine.

Qîma xwe bi vê jî neanîne; agahiyên manî pulatîf didin konsolosxane û sefaretxaneyên welatên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê û bi vî rengî hewl didin wan li dijî tevgera me sor bikin.

Hin nûnertî û mîsyonên biyanî jî bi agahiyên berevajî û dûrî ji rastiyê yên PDK’ê xapiyan û li dijî tevgera me daxuyanî dan.

Divê nûnertiyên welatên biyanî zanibin ku daxuyaniyên wan ên li ser agahiyên derewîn ên PDK û dewleta Tirk didin, zerarê didin yekîtiya Kurdan û aramiya herêmê.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku PDK bi van daxuyaniyan ve hewildide dagirkeriya dewleta Tirk a li ser tevgera me û gelê me rewa bike.

KCK’ê dazanîn ku PDK bi xapandinê wisa ve dixwaze pêşiya daxwazên xelkên başûrê kurdistanê yên aborî, siyasî bigre.

KCK’ê diyar kir ku careke din eşkere bûye ku PDK bi propagandayên weke PKK nahêle xelkên şengalê vegerin, PKK li başûr xwepêşandan derxistiye dixwaz berpirsiyartiya xwe bireve û van derewan têxe bingeha îrîşa li dijî tevgera azadiyê.CK

Back to top button