”Jin bi hebûna xwe parastina civakê dike”

Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, diyar kir ku li Tirkiyê polîtîkayek taybet li hemberî herêmê tê meşandin û armanc dikin ku bi êrîş û destdirêjiyê rûmeta civakê têk bibin. 

Li Tirkiyê her roj tundî, destdirêjî û kuştina jinan zêdetir dibe.

Bi taybetî jî polîtîkayên taybet ên şêr ku li herêmê tê meşandin bandorê li jin û zarokan dike.

Jin û zarok di encama polîtîkayan de mexdûr dibin, lê kujer, êrîşkar û kesên destdirêjiyê dikin bi saya qanûnan tên parastin.

Ev tişt di bûyerên li Êlih û Şirnexê de bêtir derketin holê.

Derbarê mijarê de endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzu Îlhan nirxandin kir.

Leyla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên desthilatdaran a li hemberî jinan

”Tacîz û destdirêjî bê rumetkirina civakê ye”

Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Wargeha Mexmûrê dibêje:

Destdirêjiyên ku niha tê kirin ji bo bêrûmetkirina civakê ye, ew dixwezin civak bi awayekî fîzîkî hebe lê bê rûmet be.

Leyla Arzu Îlhan da zanîn ku li hember vê pergala desthiladar, jinan her tim xwe parastiye û ji bo ku vegere li ser cewhera xwe ya esasî têkoşîna xwe domandiye.

Back to top button