Meclisa Gel a Sûriyê ya bi ser hikumeta Şamê, qutkirina avê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li ser Hesekê, şermezar kir û bang li NY û welatên ereb kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin.
Ajansa SANA ya hikumeta Şamê ragihand ku serokê Meclisa Gel a Sûriyê yê bi ser hikumeta şamê, Hemûda Sebax bi navê Meclisa Gel 37 name ji sekreterê giştî yê NY`yê, serokên yekitiyên parlamantoyên navneteweyî û yên Ereban re şand.
Di nameyan de qutkirina avê hat şermezar kirin û weha hat gotin:
“Ji destpêka ku dewleta Tirk herêma Serêkaniyê dagirkiriye, ev 17 care avê qut dike, êdî tu kes nikare li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Hesekê û derdora wê bê-deng be.”
Hemûda Sebax diyar kir ew qutkirina avê wekî sûcekî şer dibînin, ev yek binpêkiirna pîvanên navneteweyî û qanûnan e, dermirovî û der-exlaqî ye.
Hemûda Sebax di nameyên xwe de bang li aliyan kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dawî li vê sûcê xwe bîne.