Somal..Mixalîf daxwaza rawestandina şandina çekan li Tirkiyê kir

Namzetê serokatiya Somalî yê mixalifan bang li Tirkiyê kir ku navber bidin şandina çekan ya ji bo hêzên taybet yên polîsan.

Namzetê serokatiya Somal yê mixalîfan nameyek ji balyozxaneya Tirkiye ya welat re nameyek şand û daxwaza rawestandina çekên ku wê di navbera 16-18’ê Kanûnê de ji bo Somalê kir.

Li gorî nûçeya tora BBC yekîneyên taybet yên polîsan di dema hilbijartinê de ji bo zextê li mixalîfan bike wê were bikaranîn.

Yekîneya Taybet a Polîsan ya binavê Harama ji aliyê dewleta tirkiyê ve tên perwrdekirin û çekirin.

Di meha Kanûnê de dihat payîn ku hilbijartina parlementoyê pêk biha, ji ber sedemên nayê zanîn hilbijartin pêk nehat.

Dema xwepêşandêrên mixalîfan daketin kolanan di navbera hêzên deshilat û alîgirên mixalîfan de alozî derketibû.

Tê payîn hilbijartina parlementoyê bi hilbijartina serokatiyê re di Sibatê de pêk were.

Back to top button