Îro hêzên QSD’ê bi alîkariya koalisyona navdewletî, şaneyekî razayî yê DAIŞ’ê li gundewarê Dêra Zorê girt.
li gorî malpera QSD’e, tiliya vî şaneyî di gelek bûyerên kuştin û teqînan de, hebû.
Her wiha gelek malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê revandine.
Malpara Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD destnîşan kir, ku gelek çek û teqemenî jî di vê operasyonê de hatine desteserkirin.
Di demên dawî de, di encama operasyonên QSD li dijî şaneyên DAIŞ li gundewarê Dêra Zorê de, gelek çete û şaneyên DAIŞ’ê hatine girtin.