Wezîrê Tirk Çavuşoglu piştgirî da îdiayên PDK’ê

Piştî daxuyaniyên rayedarên PDK, Tirkiyê jî bi heman zimanê axivî û diyar kir ew ji bo têkbirina PKK’ê ji her cure alîkariyê re amade ne. 

Piştî daxuyaniya Alîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ku îdia kir, YPG’ê sînor derbas kiriye û êrîş biriye ser bendeke kontrolê ya pêşmergeyan, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu axivî.

Çavuşoglu diyar kir ku welatê wî Tirkiye, ji bo PKK’ê ji Iraqê derxîne, ji her cure piştgiriyê re amade ye.

Duh jî çavkaniyên nêzî YPG’ê, ev idiaya PDK derewand û diyar kir ku ev yek dûrî rastiyê ye.

PDK hêz û çekên giran li ser sînorê Rojava bi cih dike

Ajansa nûçeyan Firatê jî ragihand ku hêzên PDK’ê ev hefteyeke sewqiyata xwe ya ber bi sînorê Rojava zêde kiriye û kozikan dikole.

Ev sewqiyat piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û daxuyaniyên Mesrûr Barzanî yên li dijî QSD’ê, dest pê kir.

Back to top button