Yekitiya Erebî qutkirina avê li ser Hesekê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir

Yekîtiya Parlamena Welatên Erebî, qutkirina avê ji ser bajarê Hesekê, ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir.

Yekîtiyê bi daxuyaniyekê bang li NY û Yekîtiya Ewropayê kir ku helwesteke diyar nîşan bidin û sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Yekîtiyê kirinên dewleta Tirk der heqê gelê Sûriyê de bi bîr xist û teqez kir ku sûcê wê yê qutkirina avê ji ser Hesekê jî metirsîdar e.

Yekîtiya Parlamena Welatên Erebî bang li dewleta Tirk jî kir ku destwerdana xwe li karûbarên Sûriyê rawestîne.

Back to top button