Salih Gedo: Şerê navxweyî planên dijminên Kurdan e

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepger a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo, di hevdîtineke taybet de, êrîşên PDK’ê yên vê dawiyê li ser HPG’ê şermezar kir. Gedo diyar kir ku tenê dijminên gelê Kurd ji şerê navxweyî sûdê werdigirin û ziyan tenê bighêjin gelê Kurd. Her wiha bang li PDK`ê jî kir ku ti keleman li pêşiya yekrêziya gelê Kurd daneyne.

13’ê vê mehê li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê, hêzên PDK’ê êrîşên xwe birin ser Gerîlayên HPG’ê, di encama êrîşê de 2 jê rewşa wan giran e, 3 Gerîla birîndar bûn.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepger a Demokratîk li Sûriyê, Salih Gedo diyar kir ku gelê Kurd di qonaxeke hestiyar de derbas dibe û sedema derketina şerê birakujiyê, li planên dijminane vegerand.

Gedo êrîşên li ser Gerîla şermezar kirin û da zanîn ku ew wekî partiyeke Rojavayê Kurdistanê gelek hewldanên xwe kirin da şerê birakujiyê rû nede.

Salih Gedo: Wê ziyan bighêje PDK’ê ji hemû aliyên Kurdî yên din bêhtir

Sekreterê Partiya Çepger a Demokratîk diyar kir ku eger hêzên PDK’ê rewşê kûrtir bikin, wê ziyanê bigihîne gelê Kurd û ji bo vê jî bang li PDK û hemû aliyên pêwendîdar kir.

Tevî rojane siyaseta PDK ji her aliyên Kurdistanê ve tê rexnekirin û hemû tevgerên Kurdî, PDK’ê li ser planên dijminên gelê Kurd hişyar dikin jî, lê heta niha ti helwestek zelal ji aliyê wê ve nehatiye diyarkirin.

Back to top button