Leyla Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye

Greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê de dest pê kir û niha bi koma 4’an, di roja 21’an de berdewam dike. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbarê çalakiya greva birçîbûnê de axivî û got: “Divê em bibin nefesa girtiyan, ji ber dema ku em daxwazên girtiyan bînin ziman, wê dewlet neçar bimîne li pêşberî vê çalakiyê gavekê bavêje.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ya bêdem û bi-dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 21’an de ye.

Niha koma 4’mîn a girtiyan di giravê de ne.

Derbarê mijarê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven axivî.

Leyla Guven anî ziman, ev bû 22’sal tecrîda li ser gelê Kurd didome û her diçe girantir dibe û got:

“Bi çalakiyên xwe, Kurd nîşan didin ku ew tecrîdê qebûl nakin û bi sed hezaran mirov dibînin ku çareserî bêyî Rêber Ocalan ne pêkan e.

Ji lew re, gelek caran û di dîrokên cuda de grevên birçîbûnê hatine destpêkirin”.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê diyar kir ku tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê meşandin û niha girtiyên siyasî dest bi girava birçîbûnê kiriye û roj bi roj ev pêngav mezin dibe.

Leyla Guven: Em ê bibin deng û nefesa girtiyan

Têkildarî vê greva ku vê dawiyê hatiye destpêkirin jî, Leyla Guven dibêje:

Em dizanin ku her roj komên nû tevlî dibin û greva birçîbûnê didome.

Lê divê em bibin nefesa girtiyan û daxwazên wan bînin ziman, ji ber wê demê, dê dewlet neçar bimîne ku li pêşberî vê çalakiyê gavekê bavêje.

Ez bawer dikim ku dê gelê me di vê mijarê de bi hestiyarî tev bigere û dengê girtiyan bilind bike.

Back to top button