Ermenistan: Dora 60 leşkerên me ji aliyê Azerbeycanê ve hatine dîlkirin

Hikûmeta Ermenistanê ragihand ku li herêma Qerebaxê bi dehan leşkerên wê ji aliyê Azerbeycanê ve hatine dîlkirin.

Li gorî berpirsiyarê dozên mafên mirovan li Qerebaxê, dora 60 leşkerên Ermenistanê nêzî devera Xitsabîrd hatine dîlkirin.

Azerbeycanê piştî guftûgoyên digel aliyê Ermenî, li ser pevguhartina dîlan li hev kiriye, lê tevî wê jî, agirbesta ku 10 Mijdarê hatibû ragihandin, tê binpêkirin.

Dîlkirina leşkerên Ermen jî, hemwextî destpêkirina pêngava pevguhartina dîlan, pêk hatiye.

Back to top button