NAMZETÊ HEZEXÊ: TIFAQA ME BI GEL RE TEMAM E

Xebatên HDP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re zêde dibin.

Li aliyekî namzetên hevşaredariyan tên diyarkirin û li aliyê din serdana dikandaran tê kirin.

Namzetên HDP’ê li ser serkeftinê tekez dikin û dibêjin,

“Tifaqa me bi gel re temam e, em ê bi ser bikevin’

Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin”

HDP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re lez daye xebatên xwe.

Hezex ku bi berxwedana Botanê tê naskirin ji hilbijartinê re hazir e.

Qeyûmê dagirker ku deynekî giran li ser şaredariyê hiştiye, di hilbijartinê de wê şaredariyî ji qeyûm were azadkirin.

Namzetê Hevşaredariyê yê Hezexê Mûrat Şen got, tifaqa wan a bi gel re temam e û got:

“Dema ku em di van hemû qadan de xebatan bikin jixwe em ê bi ser bikevin, ên ku dixwazin me bişkînin, ew ê têk biçin”.

NAMZETÊN HDP’Ê YÊN TOZANÊ: EM Ê PEYKERÊ HAT RÛXANDIN JINÛVE ÇÊKIN

Her wiha Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Tozan a Îdirê Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş, diyar kir ku çawa ew biçin ser kar ew ê peykerê ku qeyûm rûxandiye ji nû ve çêbikin.

Piştî qeyûm hatin tayînkirin peykerê me hat rakirin.

Lê em ê ji nû ve çêbikin.

PROJEYÊN NAMZETA HDP’Ê YA HEVŞAREDARIYA KARSÎKÊ AMADE NE

Di heman çarçoveyê de Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Kasrîkê Sosin Bûgday got,

Di serî de perwerde û tenduristiyê em ê bi her awayî xizmetê bidin.

Tevî vê yekê me li ser çandinî û sewalkariyê proje amade kirine.”

Leave a Reply

Back to top button