KNK: Ji bo pêşîgirtina li şer, em ê komîteyekê ava bikin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus, derbarê êrîşa hêzên PDK li dijî Gerîla ragihand, ku ji bo pêşîgirtina li şer, wê komîteyek ji rûspî û kesayetan were avakirin.

Hevserokê KNK Ehmed Qeremus diyar kir ku ev şer ne yê Kurdan e, lê dagirker vî şerî li ser Kurdan ferz dikin.

Ehmed Qeremus teqez kir, ew weke KNK ji bo pêşîgirtina li şerekî gengaz, hevdîtinên xwe bi rêxistin, siyasetmedar û kesayetên Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Qeremûs eşkere kir ku ew niha digel Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê di nava peywendiyan de ne û kar û hewldanên wan ên hevbeş hene.

Hevserokê KNK di dawiyê de bang li tevayî civakê, partî û rêxistinan kir ku li dijî derketina şer, xwedî helwest bin.

Back to top button