“Tirkiye zêdeyî 1000 çeteyî amade dike da wan bişîne Somalyayê”

Dewleta Tirk zêdeyî hezar çeteyî amade dike, da wan bişîne Somalyayê.

Tora SKY NEWS’ê destnîşan kir ku Tirkiye qefleyeke çeteyên Sûrî perwerde dike, da ku wan bişîne Somalyayê.

Li gorî heman çavkaniyê, çeteyên “Lîwaya Siqûr El-Sinne, Lîwaya El-Qadisiye, Ehl El-Esir El-Xetab û koma Ebû Qedrî”, ji bo mil bi mil bi çeteyên Boko Heram re, şerê artêşa Somalyayî bikin.

Amadekariyên Tirkiyê yên şandina çeteyan bo Somalyayê, di çarçoveya çavnebariyên aborî û hegemoniya li ser Qiloçê Afrîkî de tên kirin.

Dewleta Tirk heta niha tevî zextên navneteweyî, çeteyên xwe ji Lîbyayê venakişîne, berî niha jî, bi sedan çeteyên Sûrî şandibûn Azerbeycan û Keşmîrê.

Back to top button