Talîbanê qereqola polîsan kir armanc û 13 polîs mirin

Tevgera Talîban a Efxanistanê, li bakurê welat êrîşî du qereqolên polîsan kir û herî kêm 13 polîs kuştin.

Li parêzgeha Beglan a Efxanistanê Talîbanan şeva nava Sêşem-Çarşemê êrîşî 2 qereqolên polîsan kir.

Di êrîşê de 13 polîs mirine û 3 jî birîndar bûne.

Talîbanan Êrîş girte li ser xwe.

Berdevkê polîsan ê wîlayetê Ahmed Cawîd Başarat jî êrîş piştrast kir.

Hate diyar kirin ku di nava miriyan de fermandarek jî heye.

Roja Çarşemê jî li navenda wîlayeta Ûrûzganê êrîşek pêk hat.

Di êrîşê de 5 endamên hêzên ewlekariya Efganan mirin.

Li gorî Wezîrê Parastinê di êrîşa bersivdayînê ya artêşa Efganan de jî 17 endamên Talibanan hatine kuştin.

Back to top button