Siûdiyê hewldana derbasbûna miqdareke mezin a hebên hişbir ku ji Tirkiyê dihatin, têk bir.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdiyê (WAS), Hêzên gumrikê yên li Bendera Ceda 8 milyon û 753 hezar û 432 hebên hişber ên ji Tirkiyê dihatin Erebistana Siûdî desteser kirine.
Ajansê diyar kir jî ku desthilatên Siûdî, 3 kesên ku dê pêşwaziya van madeyan bikira, hatin girtin.
Li gorî heman çavkaniyê, yek ji wan Siûdî û herduên din jî welatiyên Sûrîiyê bûn.
Ev madeyên hişbirê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî zêde ji aliyê hikumeta faşîst AKP’ê ve, bi zanabûn di nav ciwanan, taybet ên Kurd, tên belavkirin.