Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Hêzên me êrîşî ti baregehên Pêşmeregeyan nekirine

Fermandariya Giştî ya YPGê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên wan ti êriş nebirine ser hêzên Pêşmergeyan û ew rêzê li hemberî serweriya Başûrê Kurdistanê digirin. YPG’ê bang li serokatiya herêmê kir ku dev ji siyaseta êrîşkarî û provokasyonan berde. 

16 mehê Alîkarê Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê Serbest Lezgîn îdia kiribû ku YPG’ê êrîşî hêzên Pêşmergeyan kiriye.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ev îdiyên bê bingeh red kir û teqez kir ku hêzên wan ti êrîş nebirine ser hêzên Pêşmergeyan..

Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Em rêzê li hemberî serweriya Başûrê Kurdistanê digirin

Fermandariya YPG’ê diyar kir ku ew rêzê li hemberî serweriya Başûrê Kurdistanê digirin û ti sedemek tune ye ku êrîşên wiha bikin..

YPG’ê got:

Hêzên me di 16ê Kanûnê de, li nêzî navçeya Sihêla êrîş bi ser tu baregehên Pêşmergeyan de nebirine.

Ti sedem tune ye ku êrîşeke wiha biqewime.

Di rastiyê de, tiştê ku çêbû ji ber peywendî û hevrêziya kêm a di navbera me, kes û saziyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê de bû.

YPG’ê bi bîr xist ku di salên derbasbûyî de, peywendî di navbera wan û Başûrê Kurdistanê de di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê û pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de dihatin kirin.

Di encama vê hevrêziyê de, gelek aloziyên ku li ser sînor rû didan, çareser dibûn.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Divê Rêveberiya Başûr dev ji siyaseta êrîşkarî û tawanbariyê berdin

Fermandariya destnîşan kir ku derbarê mijarê de gelek daxuaniyên ragihandinê hatine dayîn, ew jî ji bo rewşê mezin bikin û rastiyê dûr bixin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê kir ku dev ji siyaseta êrişkariyê, arandin û tawankeriyê berdin, divê hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê werin çareserkirin.

Back to top button