Îro bi merasîmekê Mam Beşîr hat oxirkirin

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr îro li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin.
Di merasîmê de soza xwedîderketina li têkoşîna Mam Beşîr hat dayîn.

14’ê vê mehê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr (Hesen Dûtar) li Şengalê ji ber krîza dil koça dawî kir.

Îro jî ji bo oxirkirina cenazeyê Mam Beşîr merasîmek li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hat lidarxistin.

Li goristanê cenazeyê Mam Beşîr ji aliyê şervanên YBŞ’ê ve bi merasîmekê hate pêşwazîkirin.

Di merasîmê de Fermandarê YŞB’ê Tirêj Şengalî axivî û sersaxî ji malbata Mam Beşîr re xwest.

Tirêj Şengalî anî ziman ku ew ê heya dawî xwedî li têkoşîna Mam Beşîr derkevin û ji bo parastina destkeftiyên Şengalê ew ê bi têkoşîna xwe bi israr bin.

Piştî axaftina cenaze di nava sloganên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bijî rûmeta Şengalê’ ji aliyê hezaran kesî ve hate veşartin.

Li goristanê konê sersaxiyê jî hat vedan û li gorî rêûresmên ola Êzidiyan, wê konê sersaxiyê 5 rojan vegirtî bimîne.

Mam Beşîr dema ku DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êrîş bir ser Şengalê, berê xwe da wir û ji bo xwerêveberî û xweparastina Şengalê kedeke mezin da.

Mam Beşîr yek ji wan şoreşgeran bû ku 37 sale bênavber ji bo xweseriya Şengalê, ji bo naskirina statuya Şengalê bi şev û roj bênavber dixebitî.

Mam Beşîr sala 1956’an li gundê Cinnetiya yê Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.

Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk ên li hember Êzidiyan sala 1970’î berê xwe da Ewropayê û li Almanyayê bi cih dibe.

Mam Beşîr ku her tim bi hesreta welat bû, sala 1983’an tevî Mam Zekî Şengalî û hin hevrêyên xwe li nava civaka Êzidî dest bi xebatên rêxistinbûnê kir.

Back to top button