Hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyan yên li Idlib, Hema û Helebê topbaran kirin

LI Idlib, Heleb û Hemayê, hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî deverên çeteyên dewleta Tirk a dagirker topbara kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê derdorê gundewarên rojavayê Helebê bi moşekan bi dijwarî topbaran kirin.

Balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser herêmê geriyan.

Hêzên hikumeta gundewarên başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê jî, topbaran kirin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku hêzên artêşa Tirk li ser rêya M4 li Idlibê bi cih bûne û heta niha sedema wê yekê nayê zanîn.

Feyleqa 5’an a girêdayî Rûsyayê li ser sînorê Iraqê bi cih bûn

Li aliyê din, hêzên ‘Feyleq 5’an’ yên ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digirin, li ser sînorê Sûriye-Iraqê yê li nêzî bajarê Bûkemalê bi cih dibin.

Çavdêriyê diyar kir ku piştî lihevkirina Rûsya-Îranê, hin komên girêdayî Îranê nuqteyên xwe radestî hêzên Feyleqa 5’an kirin.

Ev cara yekê ye ku hêzên girêdayî Rûsyayê li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi cih dibin.

Back to top button