Mixalîfên Ermenîstanê wê greva giştî lidar bixin

Piştî têkçûna hêzên Ermenî li herêma çiyayî ya Qerebax û peymana radestkirina herêman ji bo Azerbeycanê hêrsa li dijî serokwezîr Nikol Paşînyan qet kêm nabe.

Vê carî mixalîfên Ermenî ji bo îstifakirina Paşînyan wê dest bi greva giştî bikin.

22’ê Kanûnê wê li paytext Êrîvanê li dijî serokwezîr Nikol Paşînyan xwepêşandanek girseyî were lidarxistin.

Di xwepêşandanê de wê daxwaza îstifakirina Paşînyan were kirin.

Her wiha piştî xwepêşandanê wê greva giştî were ragihandin.

Di heman çarçoveyê de îro û sibe jî wê xwepêşandan û mitîngên girseyî ji aliyê mixalefetê ve were lidarxistin.

Hêrsa Ermeniyan a li dijî serokwezîr piştî îmzekirina peymana 10’ê Mijdarê ku navbera wan û Azerbeycanê de despê kiribû.

Li gorî peymanê cihên ku artêşa Azerbeycanê xistine kontrola xwe wê lê bimênin û hêzên Ermenî wê ji herêmê vekişin.

Back to top button