WHO wê ji bo lêkolîna vîrûsa Coronayê komekê bişîne Wuhanê

Komek ku ji pisporên di qada navnetewî de pêk tê, wê di salvegera derketina vîrûsê ya yekem de li Wuhana Çînê dest bi lêkolînan bikin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo lêkolînek berfireh li ser derketina vîrûsa Corona li Wuhanê wê komeke ji pisporên navnetewî bişêne herêmê.

Rêxistinê, di Gulana derbasbûyî de ji welatan xwestibû ku li ser çawaniya derketina vîrûsê û guherîna beşên wê kar bikin.

Vê carê rêxistin ji bo bi xwe bersiva van pirsan bigre, ketiye nav tevgerê.

Li gorî nûçeya ajansa Reutirsê, komek ji 12 heta 15 pisporên di qada navnetewî de wê were komkirin û di hefteya despêkê ya meha Çile de derbasî bajarê Wuhanê bibin.

Kom wê encama lêkolînên ku ji aliyê pisporên Çînê ve hatî komkirin lêkolîn bikin û dest bi hînbûna derketina koka vîrûsê bikin.

Tê payîn ev xebat di navbera 2 heta 6 hefteyan de dewam bike.

Testa serokê Fransa Macron pozîtîv derket

Di vê navberê de testa serokomarê Fransa Emmanuel Macron pozîtîv derket.

Di daxuyaniya ji aliyê koşka Elysee hatî dayîn de hate gotin, Macron bi vîrûsê ketiye û wê 7 rojan di bin çavdêriyê de bimêne.

Li aliyê din jî, Seroka Komeseriya Eewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku wê bikaranîna dermana “Pfizer û Biontech” a li dijî vîrûsa Coronayê di 27-28-29’ê vê mehê li Ewropayê destpê bike.

Back to top button