Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêra Zorê hemleya “Pirtûkek be jî, bide” da destpêkirin

Ji bo xurtkirina tevgera çandî li Dêrazorê, Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê dest bi hemleya “Pirtûkek be jî, bide” kir.

Hemle ji aliyê Navenda El-Kesra ya Çandê ya li gundewarên rojavayê Dêrazorê ve û Partiya Sûriya Pêşerojê a şaxê Dêrezaorê hat ragihand.

Beşdaran hejmareke pirtûkên çandî, dîrokî û siyasî dan komîteya hemleyê da ku van pirtûkan li pirtûkxaneya Navenda El-Kesra ya Çandê bi cih bikin.

Endamên hemleyê diyar kir ku ew hewl didin bi rêya van çalakiyan, rewşa çandî ya herêmê bi pêş bixe.

her weha bal kişandin li ser rewşa çandî li gel sîstemên zordest û çeteyan.

Endamê hemleyê spasiya beşdar û piştevanên vê pêngavê kir û diyar kir ku dê xebatên bi vî rengî dewam bikin.

Back to top button