Li Antalyayê 11 roj cezayê hucreyê li 4 girtiyên jin hate birîn

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên Tirkiyê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye destpêkirin dewam dike.
4 girtiyên jin ên li Girtîgeha bajarê Antalya yê Tirkiyê ji bo ku daxwazname ji Wezareta Dadê ya Tirk re nivîsîn, 11 roj cezayê hucreyê li wan hate birîn.

Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe destpêkirî di roja 21’ê de bi koma pêncan didome.

Girtiyên jin ên Girtîgeha Antalyayê derbarê binpêkirinan de agahî dan malbatên xwe.

Zelal Başboga ji malbata xwe re ragihand ku wan ji Wezareta Dadê ya Tirk re daxwazname têkilî daxwazên xwe û grêvê nivîsîne.

Dozgeriya Înfazê got ku têkilî daxwaznameya wan bi îdîaya ku ‘propagandaya rêxistinê kirine’ her yekê 11 roj cezayê hucreyê li 4 girtiyên jin hatiye birîn.

Zelal Başboga banga histyariyê li raya giştî kir û bal kişande ser ku piştî grevê zextên li ser girtiyan zêde bûne.

Zelal Başboga xwest ku daxwazên gritiyan werin qebûlkirin û got, ”Di vê pêvajoyê de divê her kes bibe dengê girtîgehan.”

Li aliyê din Serhat Karsû yê ku li Girtîgeha bajarê Rîzeyê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re, ragihand ku ew ê jî bikeve çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Sedema bingehîn a ketina me ya çalakiya greva birçîbûnê rakirina tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan e. Em bi biryar in ku çalakiyên xwe dewam bikin.”

Back to top button