Trump bû serokê herî zêde yê biryara cezayên darvekirinê dayî

Navenda Agehiyên Cezayê Îdamê (DPIC) a Amerîka diyar kir ku rêveberiya Trump di pêkanîna cezayên darvekirinê de, di dîroka welat de asta herî bilind derbas kiriye.

Navendê encama rapora xwe ya salê eşkere kir.

Li gorî daneyên rapora rêxistina DPIC di nava salên dawiyê de li eyaletan cezayê înfazê her ku diçû kêm dibû.

Lê di sala 2020’an de, rêjeya cezayên darvekirinê zêde bû.

Di çarçoveya eyaletan de, bi giştî 7 cezayên înfazê hatine bicihanîn.

Ji ber biryarên hikumeta federal cezayê darvekirinê li 10 girtiyan hate birîn.

Malpera Guardian jî di nûçeya weşandî de diyar kir ku rêveberiya federal di salekê de ji tevahî eyaletên din zêdetir Amerîkî înfaz kiriye.

Bivê re Trump hem kevneşopiya 130 sal ya Amerîka guhert û hem jî bû serokê welat yê di nava sedsalî de herî zêde di serdema wî de cezayê darvekirinê pêk hatî.

Back to top button