Amûra sondajê ya Çînê “Chang’e-5” ku destpêka vê mehê ji bo wergirtina nimûneyê şandibû ser Heyvê, bi rengekî serketî vegeriya.
Amûr “Chang’e-5” beriya hefteyekê ji bo şandina ser heyvê ketû rê.
Piştî gera xwe ya li derdora heyvê qedand beriya 3 rojan weke ku hatibû plankirin ketibû ser rêya vegerê.
Beşa amûra “Chang’e-5” ku ax û kevir bi xwere aniyî li eyaleta Moxalîstana Hindir ya dikeve bakurê Çînê ku hatibû diyarkirin ket.
Amûr 24’ê Mijdarê bi roketa Meşa Fezayê 5-Y ji eyaleta Hainan hatibû avêtin.
Chang’e-5 piştî 1970’ê Apollo yê Amerîkî û Luna yê Yekîtiya Sovyetê bi 40 salan bû yekem amûra ku ji heyvê bo cîhanê ax û kevir aniye.
2019’an amûra robotîk a Chang’e-4 ji aliyê Çînê ve cara yekemîn karîbû bi serkeftî li beşa tarî ya Heyvê daxe.