MIHEMED HELBÛSÎ: WÊ JI BO QETILKIRINA JINÊN ÊZIDÎ KOÎSYONEKE LÊKOLÎNÊ AVA BIBE

Parlementerê Iraqê Mihemed Helbûsî qetilkirina jinên Êzidî li Baxozê şermezar kir û diyar kir ku wê ji bo lêkolînkirina vê bûyerê li parlementoyê komîsyoneke lêkolînê ava bikin.

Serokê Perlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî li ser nûçeyên ku dibêjin, li Baxozê serê 50 jinên Êzidî yên dîl di destê çeteyên DAIŞ’ê de hatine jêkirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Helbûsî di daxuyaniyê xwe de eşkere kir ku wê parlemento ji bo eşkere kirina nasnameya çeteyên tawanbar, komîsyoneke lêkolînê ava bike.

Serokê Şepêla Hikimê El-Wetanî Amar Hekîm jî bûyera hovane şermezar kir û li dijî hovîtiyên çeteyan banga bihêzkirina têkoşînê kir.

Heya niha bi hezaran kesên sivîl û bi taybet jin û zarokên Êzidî ji aliyê şervanan ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û hîn jî berdewam dike.

Leave a Reply

Back to top button