Leyla Guven: Dem dema yekîtiya netewa Kurd e

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven bang li hêzên kurd kir ku neyên listikê dijminan û ji şerê navxweyî dûr bisekinin û got, “Şerê navxweyî wê bi hemû kurdan bide wendakirin. Dem dema yekîtiya gelê kurd e.”

Îro Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên DemokratîK-DBP Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê yên herêma Botanê li Şirnexê derberê hewildanên PDK’ê yên derxistina şerê navxwyî de daxuyaniyek dan.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven,di daxuyaniya xwe de balkişand li ser yekîtiya netewî ya kurd û got:

“Li Rojhilata Navîn polîtîkayên gelek taybet tê meşandin. Lê em dibêjin ku di vê sedsalê de dem dema kurdan e. Dem dema statû standin û yêkitiya neteweya gelê kurde.”

Leyla Guven diyar kir ku hin hêz dixwazin kurdan bînin beramberî hev û şerekê navxweyî bidin destpê kirin û got, “Em li Botanê bang dikin, divê ti hêz nekeve xefika dijminê gelê kurd.”

Leyla Guvan diyar kir, kesên ku li Rojhilata Navîn li ser navê gelê kurd siyasetê didin meşandin û li ser navê gelê kurd xwedî sozin, bila dengê wan bibihîzin. û wiha dewam kir,

“Em li Botanê bang dikin, ew hêzên ku hatine hemberî hevdû bila ji van polîtîkayên şaş bizivirin.

Bila birakujî di nav gelê me de çênebe. Bila şerê navxeyî di nava gelê me de çênebe. Em vî şerî qebûl nakin”

Leyla Guven: Çi hatibe serê me ji bêtifaqiyê ye

Guven, da zanîn ku hêzên desthilatdar naxwazin ku gelê kurd bibe xwedî statû û got:

“Ji ber vê yêkê tişta herî pêwîst yêkitî û tifaqa gelê kurde. Desthilatdarên li Rojhilata Navîn naxwazin ku kurd bibin xwedî statû û ew dixwazin kurd hevdû bikujin. Derveyî yekîtiyê ti çareya me nîne. heta niha çi hatiye serême me ji ber bêtifaqiya me ye.”

Back to top button