PDK’e çekên giran ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve dibe

PDK’e, tevger, çekên giran û jimara hêza xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kirine. 

Ajansa Nûçeyan ANHAyê ragihand ku PDK’e çekên giran mîna topavêj, doçka û çekên navîn mîna BKC’ê li ser sînor bi cih kirine.

Niha jimara nuqteyên leşkerî yên PDK’ê li seranserî sînorê Rojava, zêdeyî 40 nuqte û 3 navendên sereke ne.

Ji 12’yê Kanûnê ve, ev sewqiyatên PDK’e ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve tên.

Ev pêngav, piştî şerê çapemenî û pêngava reşkirinê ku PDK’e li dijî şêniyên Rojava, Rêveberiya Xweser, YPG û YPJ bi rê ve birine, pêk hat.

Back to top button