Kirinên çeteyên dewleta tirk a dagirker li Efrînê bê navber didome.
Çeteyên tevgera bi navê “Nuredîn Ez-Zenkî” li Efrînê li şêniyekî gundê Heyama ya navçeya Bilbilê da, ji ber ku wî nexwest ji xaniyê xwe derkeve
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî çeteyên “Nuredîn Ez-Zenkî” bendeke kontrolê danîn ber mala Simo.
Ji ber ku Şêxî Simo nexwestiye mala xwe ji çeteyan re vala bike, ew rastî lêdanê hat.
Tê zanîn çeteyên “Nuredîn Ez-Zenkî” piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digire.
Li navenda bajarê Efrînê jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker taxa Zêdiyê dorpêç kir û herî kêm 20 ciwan revandin.
Hat zanîn çeteyên bi navê “Firqet El-Hemzat” çûn û hatina şêniyan li taxê qedexe kirine.