Enqere li hember cezayan disekine û soza xebitîna S-400 dide

Careke din û weke her car Enqere li hember cezayan disekine û soza ne-vegera ji “pergala S-400 a Rûsî” dide.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku biryara cezakirinê hem ji aliyê qanûnî, hem ê siyasî ve şaş e û ew weke dijminatiya mafên serwerî yên Tirkiyê dît.

Li gorî Çavuşoglu, ew ê piştî nirxandina van cezayan, gavan ji bo bersivdayînê bavêjin.

Wezîrê Tirkî amadebûna welatê xwe ya asakirina têkiliyan bi Fransayê re jî ragihand, lê bi mercê, Parîs helwesta xwe biguherîne.

Jê zêdetir, serokê Desteya Pîşesazî ya Parastina Tirkiyê Ismaîl Demîr diyar kir, ku ev ceza ti bandorê li Wezareta Parastin, artêş û hêzên wan nake.

Demîr teqez kir ku projeyên wan bi rêya şîrketine ku cezayên Amerîkî li wan nehatine birîn, tên meşandin.

Duşema borî, ji ber pergala mûşekên S-400 a Rûsî, Amerîka ceza li Desteya navborî û serokê wê Ismaîl Demîr birîn.

Back to top button