Şerekî giran li derdora Eyn Îsayê rû daye

Li gel firîna balafirên şer û yên bêmirov li ser asmanê navçeyê, Eyn Îsa ji berbangê de li hember topên artêşa Tirk û hovên wê li ber xwe dide.

Nûçegihana me ji Eyn Îsayê ragihand ku artêşa Tirk berî çend kêliyan, navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Tevî ku muşek nêzê baregeha Rusya ya Eyn îsa yê jî dikeve lê Rûsya heta niha jî bêdeng e.

Her wiha gundên Mişêrfa û Seyda jî şevê din û heta vê sibê, bi dijwarî hatin topbarankirin.

Şervanên QSD’ê bersiva van êrîşan didin û hat diyarkirin ku jimarek leşker û çeteyên Tirkiyê hat kuştin.

Li gel şer û topbaranê jî, balafirên dagirker û dronên wan, li ser asmanê navçeyê digerin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku duh dewleta Tirk maşîne û alavên leşkerî derbasî gundên Ebû Xerezê, Selûm û Rimanê yên li beramberî gundên Hoşan û Xalidiyê yên Rojhilatê Eyn Îsayê kirin.

Back to top button