Berhem Salih: Banga lihevkirineke giştî navbera Bexda Hewlêrê dike

Ji bo çereserkirina aloziya li Başûrê Kurdistanê, serokê Iraqê Berhem Salih, banga lihevkirineke giştî di navbera Bexda û Hewlêrê de kir.
Serokê Meclisa Şêwermendiya Iraqê jî dibêje, gihîştina lihevkirineke giştî, di dema niha de, ne pêkan e.

Serokê Iraqê Berhem Salih, ji bo çareserkirina aloziya mûçeyan li Başûrê Kurdistanê, banga lihevkirineke giştî di navbera Bexda û Hewlêrê de kir.

Serokatiya Iraqê, der barê civîna Salih bi hin xwepêşander û mamostayên Başûrê Kurdistanê re, daxuyaniyek belav kir.

Berhem Salih di civînê de diyar kir ku ji bo çareserkirina vê aloziyê, divê pêvajoyeke sererastkirinê li ser erdê dest pê bike û teqezî li ser gihaştina lihevkirineke giştî li gorî destûrê di navbera Bexda û Hewlêrê de kir.

Di heman çarçoveyê de, navenda ragihandinê ya cîgirê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qubad Talîbanî yê niha li Bexdê ye, vegera şandeya Başûr ji ber binketina danûstandinan, derewand.

Çavkaniyekê ji heman navendê teqez kir ku danûstandinên şandeyê bi hikumeta navendî re, ji bo gihîştina lihevkirinekê, dewam dikin.

Ji aliyê xwe ve, serokê Meclisa Şêwermendiya Iraqê Ferhad Ela El-Dîn ragihand, ku gihîştina lihevkirineke giştî di dema niha de ne pêkan e.

Ela El-Dîn ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re axivî û got:

Hikumeta Başûrê Kurdistanê, demlidest, 320 milyar Dînarê Iraqî ji bo dayîna beşekî mûçeyan, dixwaze, lê Parlamena Navendî vê yekê red dike û dibêje, danûstandin li ser vê salê nema dibe, divê nîqaş li ser budceya sala bê werin kirin.

Serokê Meclisa Şêwermendiya Iraqê dibîne, ji bo çareserkirina aloziyê, pêwîst e serokatiya bilind a Başûrê Kurdistanê berî bide Bexdayê û danûstandinan bi serkirdeyên xeta yekemîn ên Iraqê re bikin.

Back to top button