Artêşa Cezayîrê, terorîstekî tirsnak li bakur-rojhilatî welêt girt.
Wezareta Parastinê ya Cezayîrê duh girtina terorîstê bi navê Rizqan Ahsen ku bi navê Ebûl-Dehdah tê naskirin, bi operasyonekê li parêzgeha Cêcilê, ragihand.
Ebûl-Dehdah ji sala 1994’an ve, tevlî komên terorîst bûye.
Despêka vê mehê jî, li heman parêzgehê, di encama şerekî de, 3 terorîst û leşkerekî Cezayîrê hatibûn kuştin.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Cezayîrê, di nava vê mehê de, 17 kesên ku desteka grûpên terorîst dikir, hatin girtin.