Salvegera 3. a şahadeta Rizgar Denîz

Îro salavegera 3. a şehadeta nûçegihanê Ajansa nûçeyan ANHAyê, Rizgar Denîz e.

Rizgar Denîz û hevrêyên xwe yên rojnamevan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed, dema bûyerên rizgarkirina sivîlan ji nava lepên çeteyên DAIŞ’ê û veguhastina li herêmên rizgarkirî û ewle dişopandin, 12 Cotmeha 2017’an, li ser rêya di navbera Hesekê û Dêra Zorê de 2 êrîşên xwekuj di nava sivîlan de pêk anîn.

Di encamê de, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn û Rizgar Denîz jî bi giranî birîndar bû.

Xwediyê pênûsa azad û rêwîtiya têkoşîn û berxwedanê ya dirêj Rizgar Denîz; piştî birîndarbûna 70 rojî, di 18’ê Kanûna 2017’an de şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Rizgar li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê bi merasîmekê bi heybet hat veşartin.

Di salvgera 3. a şehadeta wî de, hevreyê wî Ekrem Berekat ji me re behsa kesayet û têkoşîna Rizgar bike.

Back to top button