Rûbirûbûna PKK’ê mijara sereke ya civîna Kazimî û Erdogan bû

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî duh serdana Tirkiyê kir û bi serokkomarê Tirkiye Erdogan re civiya.
Di civînê de, mijara şerê li dijî PKK xaleke sereke bû û av û mijarên aborî jî hatin nîqaşkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di serdana xwe ya ji bo Tirkiyê de, bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re civiya.

Piştî civînê, herdu alî ji çapemeniyê re axivîn.

Destpêkê, Serokkomarê Tirk Erdogan axivî û piştgiriya xwe bo Kazimî nîşan da û idia kir ku yekparebûna xaka Iraqê ji wî re girîng e.

Erdogan got:

Me biryar bi hev re daye ku li dijî PKK’e bisekinin û daxwaza me ji Iraqê jî ku alîkariya me bike.

Kazimî jî bal kişand ser destwerdanên Tirkiyê li Iraqê û got:

Divê em dest li karûbarên hev nekin.

Em ê li dijî her kom û aliyên li Iraqê ku ji Tirkiyê re xeter in, bisekinin.

Em ê ji bo rûbirûbûna van kom û DAIŞ’ê, alîkariya Tirkiyê bikin.

Der barê Şengalê de jî, Kazimî anî ziman ku di dema derbasbûyî de li Şengal û sînorê Sûriyê, pêngavên giring hatine kirin.

Erdogan destnîşan kir ku wan li ser mijara bikaranîana ava Dîcleyê jî li hev kir.

Serokkomarê dewleta Tirk bal kişand ser xetên petrolê yên di navbera Iraq û Tirkiyê de ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de wêran bûbûn û hêvî kir ku ev xet werin çaksazkirin, da petrola Iraqê derkeve bazarên cîhanî.

Cavdêr dibînin ku ev serdan ji bo Tirkiye erênî bû, lê hin xalên mîna, hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê û derxistina petrolê ji Başûrê Kurdistanê, nehatin zelalkirin.

Back to top button