14 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kir

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û bidawîbûna zextên li ser girtiyan, pêla greva birçîbûnê belav dibe û li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 5 û li Rihayê 9 girtî, beşdarî greva birçîbûnê bûn.

Hat zanîn ku 5 girtiyên li Girtîgeha Ereglî ya Konya ya Tîpa T jî, beşdarî greva birçîbûnê bûne.

Ne tenê li girtîgeha Ereglî, li girtîgehên Rihayê jî 9 girtî bi armanca rakirina tecrîdê, tevlî greva birçîbûnê bûn.

Van 9 girtiyan çalakiya grevê ya koma 5. dewr girtin.

Jinên Mexmûrê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî, bi pêşengtiya Meclisa Îştar, li dijî tecrîda li Îmraliyê, dest bi gireva birçîbûnê kir

Koma yekem a çalakiyê, ji 10 jinan pêk tê û dê li Saziya Malbatên Şehîdan 2 rojan dom bike.

Greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan hatibû destpêkirin, li girtîgehên Tirkiyê di roja 22’an de û bi koma 5’an didome.

Back to top button