Emîna Omer: Ji bo Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê bikin, Rûsya zextê li QSD’ê dike

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer destnîşan kir ku Rûsya berpirsa êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê ye û anî ziman “Rûsya ji bo ku navçeyê radestî hêzên hikumeta Şamê bike, zextê li QSD’ê dike.”

Emîne Omer diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û rêya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji ber ku stratejîk e, qut bike.”

Emîne Omer, Rûsya berpirsa van êrîşên li dijî Eyn Îsayê dît û destnîşan kir ku Rûsya bi erka xwe ranebû û êrîşên dewleta Tirk ranewestandin.

Emîne Omer eşkere kir ku Rûsya zextê li QSD dike da navçeyê radestî wê û piştre radestî hêzên hikumeta Şamê bikin.

Back to top button