El Ebid: Rêveberiya Xweser amade ye bi her kesî re danûstandinan bike

Li Dêra Zorê di çarçoveya xebat û rêveçûnên siyasî li herêmê de, komxebata “Diyalogên Firatê ber bi beşdarbûna çalak a civakî ve” hat lidarxistin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid li ser vê komxebatê ji televizyona me Ronahî TV re axivî û da zanîn, ku ji armancên vê komxebatê yên sereke, amadebûna Rêveberiya Xweser a danûstandinan, bi her kesî re ye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji her kes û her aliyî re amade ye ku danûstandinan bike.

Rêveberiya Xweser û MSD ji bo birina herêmê ber bi pêşerojek baş û ronî ve, kar dikin û 17 mehê, Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogan bi diruşmeya “Diyalogên Firatê ber bi beşdarbûna çalak a civakê ve” komxebatek li dar xist.

Tê de, şandeyek ji wezareta derve ya Amerîkayê û Koalîsyona Navneteweyî amade bûbûn.

Armanc û girîngiya vê komxebatê, bi hevpeyvîneke taybet bo televîzyona me Ronahî TV, ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid hatin nirxandin.

El Ebid destnîşan kir ku ev komxebat, navbera şêniyên Dêra Zor û Civaka Sivîl bi nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Dêra Zorê ya Civîl û MSD’ê, li ser daxwaza Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogan pêk hat.

Ev komxebat, ne ya yekem û ne ya dawî ye. Ev komxebat, encama kar, xebat û komxebatên berî niha ye.

EL Ebid anî ziman ku hinek şaştî û kêmasî di hin cih û herêman de hene, lê nayê wateya lawaziya Rêveberiyê û teqez kir ku ya destek da wan, hêza wan ya serbixwe bû.

Armanca yekem ji vê komxebatê, siyasî, ewlehî û xizmetguzarî ye. Aliyê siyasî jî, ew e Rêveberiya Xweser ji her kesî û alî re amade ye ku danûstandinan bike.

QSD’ê ku ji hemû pêhateyan herêmê ye, ne şerê Artêşa Sûrî ne jî aliyekî din, lê şerê terorê kir.

Ev komxebat, di çarçoveya xebatên ku ev demek e lê herêmê tên kirin de û piştî 20 komxebatên ku ji şêniyên herêmê re hatin lidarxistin, pêk hat.

Back to top button