DERXISTINA ÎRANÊ JI SÛRIYÊ ROJEVA HEVDÎTINA RUTIN Û NETENYAHU BÛ

Rayedarekî payebilind di hikûmeta Israîlê de got Rûsya û Israîlê aloziya navbera xwe derbas kirin.
Rayedarê payebilind ji ajansa Novosti re diyar kir ku wê Israîl li hember hewldanên Îranê çalakiyên xwe bidomîne.

Tê zanîn di vê navberê de serokwezîrê Israîlê Binyamin Netenyahu serdana Moskoyê kir û bi serokê Rûsyayê Valdimir Putin re civiya.

Rojeva civînê jî rewşa li Sûriyê û aloziya Filistîn û Israîlê bû.

Beriya serdana Moskoyê, Netenyahu gotibû ku qedexekirina mabûna Îranê di Sûriyê de mijarekî sereke ye.

Hat diyar kirin ku wê her du welat tevî hin welatên din, bi armanca nirxandina mijara derxistina hêzên biyanî ji Sûriyê, komekê ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button