”Sedsal jî derbas bibin em yadê Taybet Înan ji bîr nakin”

Di ser şehîdxistina Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma re 5 sal derbas bûn. Lê hîna jî keçên wê ‘lacîkên reş’ didin serê xwe û şîna dayika xwe dikin.

Navê Taybet Înan her di mêjiyê me de weke ” Dayê Taybet” maye.

Cenazeyê Taybet 7 rojan li kolanan ma û cîhan wisa Dayê Taybet nas kir.

Di 19’ê kanûna sala 2015’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê, di dema qedexeya derketina derve de Taybet Înan ji aliyê nîşangeran ve hat birîndarkirin.

Bi saetan li erdê birîndar ma û li ber çavên hevjîn û zarokên xwe jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Taybet 7 rojan li erdê ma, piştî 23 rojan cenaze hat definkirin û destûr nedan ku tu kes tevlî merasîma cenazeyê wê bibe.

Ev 5 sal li ser bûyer kuştina dayê Taybet re derbas bû, lê hîn jî di hêla hiqûqî de pêşketineke derbarê dozê de nîne.

Keça Taybet, Halîme Akin diyar kir ku tevî ev 5 sal in li ser mirina dayika wê re derbas bûye lê heya niha li mala wan şîn didome.

Halîme destnîşan kir ku xwîşkekê wê jî di dema qedexeya derketina kolanan de di jêrzemînan de hatiye şehîdxistin û dibêje.

Ev ne çara yekemîn ku dewlet Tirk van kirinên hovanê dike.

Back to top button