Li wîlayeta Xeznî ya rojahilatê Efganistanê teqînek pêk hat û di encamê de 15 sivîl hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganistanê Tariq Aryan piştrast kir ku motorsîklêteke bombebarkirî li pêşiya malekê li gundekî herêma Kêlan a girêdayî wîlayeta Xeznî ya rojhilatê Efganistanê, hatiye teqandin.
Hat gotin di encamê de 15 kes mirin û 20 jî birîndar bûn.
Heta niha ti aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Ji sala 2000’î ve li Efganistanê êrîşê terorî zêde bûne û vê yekê jî bandoreke sereke li ser aboriya welat kiriye.
Her wiha Binesazî bi temamî hatiye rûxandin û gelek welatiyên Efganistanê koçberî welatên din bûne.