Li Kobanê TEV-DEM’ê cejna Êzî pîroz kir

TEV-DEM û HDP’ê cejna Êzî li civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Li Kobanê jî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li goristina Şehîd Dicle, çalakiyek li dar xistin û cejna Êzî pîroz kirin.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û got:

“Îro rojeke girîng e, divê em pîroz bikin. Ji ber vê destpêkê em li şehîdan pîroz dikin ên ku di oxira azadiya gelên herêmê de berdêlên giranbuha dane.”

Xerîb Hiso di axaftina xwe de, bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya civaka Êzidî bikin û li hemberî komplo û lihevkirinên li ser Şengalê rawestin.

HDP’ê bi peyamekê cejna Êzî pîroz kir

Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca jî li ser navê HDP’ê bi boneya cejna Êzî ya civaka Êzdî daxuyaniyek da.

Feleknas Ûca diyar kir ku peymana li ser Şengalê ya dawî peymaneke siyasî ye û bi vê biryara siyasî dixwazin gelê Êzidî ji çand û dîroka wê dûr bixin û got:

“Ger Êzidiyek jî bimîne wê li Êzîdxanê û Şengalê jiyana xwe dewam bike. Çanda xwe biparêze. Ligel van hemû êrîşan jî em wek HDP cejna gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin.”

Back to top button