Serokezîrê Îtalya Conte ji nişka ve serdana Hefter kir

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte îro ji nişka ve serdana Fermandarê Artêşa Nîştîmanî Hefter kir.
Hevdîtin li bajarê Bîngazî yê Lîbya pêk hat.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê buroya ragihandina Artêşa Nîştîmanî ve hatî dayîn, Serokwezîrê Îtalya Cont û Wezîrê Karên Derve Di Maio bi Xelîfe Hefter re civiyane.

Hat gotin, di civînê de krîza Lîbya û nîqaşên dawî yên li ser danustandinên siyasî yên li welat hate kirin.

Di hevdîtinê de Hefter pesnê rola Îtalya ya di çareserkirina aloziya Lîbyayê de kir.

Piştî hevdîtina navbera aliyan Artêşa Nîştîmanî masîvanên Îtalî ku ev 108 rojin girtî bûn serbest berdan.

Di demên dawiyê de mixalîfên Îtalî zext li deshilatdariyê dikir ku di zutirîn demê de ji bo serbest berdana masîvanan bikevin tevgerê.

Beriya niha jî di çapemeniya Îtalyayê de hatibû belavkirin ku wê serokwezîr li pêşberî berdana masîvanên Îtalyayê pêşniyara berdana 4 Lîbiyan bike.

Back to top button